Di êrîşa hêzên çekdarên Îranê de xortekî kurd ê 16 salî jiyana xwe ji dest da

.

Di çarçoveya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de duh êvari xortekî 16 salî li bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hate şehîd kirin.

Li gor Navenda Mafên Mirov a Hengaw ragehandiye, Komar Deroftade yê temen 16 salî û xelkê Pîranşarê di xwepêşandan û berxwedana xelkê wî bajarî de bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê ve hatibû birîndar kirin û piştî rojekî li nexwaşxaneyê ma jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman çavkaniyê Komar Deroftade şeva 29.10.2022yê li kemerbenda Konexane û nêzîk qada Mihemed Hewraz gule lê hatine berdan û bi giranî birîndar bûye.

Li gor yek ji şahidên bûyerê ji Hengaw re ragehandiye; li cîhê ku ew xortê kurd lê birîndar bûye ti xwepêşandanek nebûye, du otomobîlên kesk û spî yên hêzên ewlehiyê di mesafeyekî 3 metreyî de gule li Komar berdane û bi giranî ew birîndar kirine.

Li gor heman şahidê bûyerê 2 xortên din jî wê demê de li gel Komar bûne û yek ji wan jî hatiye revandin û çarenivîsa wî jî nediyare.

Biryare îro termê xortê kurd Komar Deroftade îro li gundê Zêwke bê veşartin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle