Di êrîşa Almanya de hejmara birîndaran zêde bû: Êrîşkar Afganî ye

.

Li bajarê Munîh ê Almanyayê hejmara birîndarên ku otomobîlekê ajoteke ser xwepêşanderan de gihîşt 28 kesan.

Hate ragihandin ku ajokarekî bi otomobîla xwe dema sendîkaya Verdî xwepêşandan li dar dixist ajot ser qelebalixê.  Di bûyera li ser kolan Seidlstrasse ya Munîhê rû da de, hate ragihandin ku hejmara birîndaran gihîştiye 28 kesan.

Polîsê Alman ragihandiye ku êrîşkar hatiye binçavkirin ku bi xwe penaberekî Afganî yê 24 salî bi nvê Farhad N. ye. Medya Alman diyar kiriye ku daxwaza penaberiya wî kesê ku dawiya sala 2026an hatiya Almanyayê hatiye redkirin û bi destûreke demkî li Munîhê dimîne.

Polîs li ser îhtimala ku hin kesên din jî têkildarî wê êrîşê bûne lêkolînan dike.

Serokwezîrê Eyaleta Bavyera Markus Söder daye xuyakirin ku ew guman dikin êrîşeke terorî be.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc