Di erdheja Xoyê de 2 kesan can da, herî kêm 122 kes birîndar bûn

.

Hat ragihandin ku di encama erdheja şeva borî de ku navenda wê bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bû, herî kêm du kesan can daye û 122 kes jî birîndar bûne.

Medya Îranê daye xuyakirin, di encama erdheja bi tundiya 5,9 de, li bajarê Xoyê gelek avahî hilweşiyan ku li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan can daye û 122 kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku piştî erdheja mezin bi dehan erdhejên din ên paşgo li herêmê rû dane.

Erdheja ku navenda wê bajarê Xoyê bû, li çend bajarên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin ku li gorî zanyariyan di encamê de ti ziyanên madî û canî çênebûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle