Di Doza Mehmet Sincar de daxwaza girtina gumanbar hat redkirin

.

Di Doza Mehmet Sincar de daxwaza girtina Cihan Yildiz ku gumanbarê dozê ye hat redkirin û doza Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sincar, ku sala 1993an di bûyereke kiryar nediyar de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê hatibû kuştin, bo 17ê Temûza 2023an hat paşxistin.

Roja Çarşemê 31ê Gulana 2023an li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê rûniştina doza kuştina Mehmet Sîncar hat kirin. Daxwaza parêzerên Sincar ya girtina gumanbarê dozê Cihan Yildiz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û doz bo 17ê Temûza îsal hat paşxistin.

Hevjîna Mehmet Sincar Cîhan Sincar amaje bi wê yekê da ku di meha Îlona îsal de dê 30 salên dozê temam bibin û eger biryarek neyê dayîn dê ji ber derbasbûna demê doz bê girtin.

Sincar got: “Nêzîkî 30 sal in biryarek derneket. Ev yek bo daraza Tirk şermeke. Em dê li ser têkoşîna mafê xwe berdewam bin, ji ber ku mafê me hatiye binpêkirin. Berdêla wê çi bibe bila bibe em ji mafê xwe derbas nabin.”

Mehmet Sîncar roja 4ê Îlona 1993an di êrîşeke çekdarî de li Êlihê hat kuştin. Bûyera kuştina Sincar yek ji tawanên kiryar nediyar e ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê JITEMê ve hatine kirin.

JITEM saziyeke nihênî ya dewleta Tirkiyê bû, di salên 80 û 90an de bêyî fermanê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Serokatiya Erkanê, desthilata wê ya operasyonan hebû û bi hezaran tawanên kuştinê li dijî sivîl, berpirsên hikûmî û hizbî, sermayedar, efserên hêzên emnî û serbazî, kesayetiyên civakî, berpirsên PKK û kesayetiyên Kurd kirine.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’