Di derbarê Parlementerê Kurd ê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

.

Li ser peyama bibîranîna Komkujiya Ermeniyan, di derbarê Parlementerê Kurd ê CHPê Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn hat vekirin. Peyama Tanrikulu ya duh hatibû parvekirin, rastî gelek rexne û gotinên tund hat.

 Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, li ser peyama Komkujiya Ermeniyan a bi rêya medyaya civakî, di derbarê Parlementerê CHPê Mustafa Sezgin Tanrikulu de lêpirsînek da destpêkirin. Sezgin Tanrikulu duh di peyameke li ser tora xwe ya medyaya civakî de gotibû, “107 sal berê, di 24ê Nîsana 1915an  de bi sedan rewşenbîrên Ermenî li Stenbolê hatin desteserkirin û sirgûnê Çankiri, Ayaş û Enqerê hatin kirin û pê re jî hatin wendakirin. Heta ku dîrok bi vê destpêka xirabiyê re rû bi rû nebe, dadweriya rasteqîn pêk nayê.”

Serdozgeriya Enqereyê jî bi sedema ‘Biçûkxistina kesayeta manewî ya dewletê” li gorî xala 301. a Zagona Komara Tirkiyeyê, lêpirsîn da destpêkirin.

Siyaset Haberleri

Navenda Diyalog bo Hevkarî: Kurdistan li hember tawanên rêjîmê de bêdeng nabe
MSD: Aştiya rastî di bin topbaranê de nayê avakirin
Li taxên Kurdan ên li Helebê şer giran bû: Senator James Risch hişyarî da
Albert von Wittke: Divê hikûmeta nû ya Kurdistanê bi lez bê avakirin
BEXDA - Fraksiyonên PDK û YNKyê li ser yekdengiya Kurdan civiyan