Di daxwuyaniya çapemeniyê ya rojnamevanan de 30 kes hatin binçavkirin

.

Li bajarê Îstenbolê li Meydana Şişhaneyê rojnamevanên ku civiyan û xwestin civîna çapemeniyê li ser kuştina her dû rojnamevanên ku li Rojavayê Kurdistanê li Bendava Teşrînê hatin kuştin yên bi navên Nazım Daştan û Cihan Bilgin, polîs mudaxeleyê daxwuyaniyê kir û di encamê de 30 kesan xistin binçav.

Rojnamevan Nazım Daştan û Cihan Bilgin di encama êrîşa dronên artêşa Tirkiyê de ku êrîşê ser bendava Teşrîna li rojavayê Kobaniyê kiribû, canê xwe ji dest dabûn. Li gor rojnama Evrenselê; di daxwuyaniya çapemeniyê de, rojnamevan bi banga Rêxistina Rojnamevanan ya Dicle Fırat (DFG), Rêxistina Rojnamevanên jin yên Mezopotamyayê (MKG) û DİSK Basın-İş ê civiyan û xwestin daxwuyanî bidin. Polîs berya daxwuyaniyê meydanê xist bin dorpêçê.

Bi qêrandina slogana ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ re polîs dest bi gitina kesên meydanê kir û 30 rojnamevanan xist binçav. Rojnamevan li dora seetekî di bin baranê de hiştin, hinekan berdan û 30 kesan xistin binçav.

PeyamaKurd

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye