Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn

.

Di civîna îro 12ê Tebaxê ya li paytexta Urdin Emanê de ku di navbera Sûriye, Amerîka û Urdinê de hat lidarxistin, rewşa Sûriyeyê, bi taybetî ya parêzgeha Siweydayê û piştgiriya ji bo pêvajoya jinûveavakirinê hate gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a ku ji aliyê Wezareta Derve ya Sûriyeyê ve hatiye belavkirin, di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tomas Berrack amade bûn. Civîn weke berdewamiya hevdîtinên ku di 19ê Tîrmeha 2025an de ji bo çareserkirina aloziya li Siweydayê dest pê kiribûn, hat lidarxistin.

Derbarê Siweydayê hin biryar hatin dayîn

Di daxuyaniya hevbeş de, aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku "parêzgeha Siweydayê, bi hemû civatên xwe yên herêmî, parçeyekî bingehîn û resen ê Komara Sûriyeyê ye." Herwiha hat destnîşankirin ku "mafê parastî û misoger ê xelkê herêmê heye ku beşdarî avakirina paşeroja Sûriyeyê bibin."

Armanca sereke ya pêvajoyê weke "jinûveavakirinê li ser bingehekî ku ewlehî, aramî, serwerî û yekparçebûna Sûriyeyê misoger bike û bersivê bide daxwazên gelê Sûriyeyê" hat pênasekirin.

Di çarçoveya civînê de, hikûmeta Sûriyeyê pabendbûna xwe bi avêtina çend gavên girîng ragihand, ku ji aliyê Amerîka û Urdinê ve hatin pêşwazîkirin.

Gavên hikûmeta Sûriyê bavêje wiha ne:

1- Lêpirsînên berfireh: Derbarê tawan û binpêkirinên li Siweydayê de lêpirsînên tam bên kirin û bi hevkariya saziyên Neteweyên Yekbûyî, berpirsiyar werin darizandin.

2- Zêdekirina alîkariyên mirovî: Alîkariyên mirovî ji bo hemû deverên parêzgeha Siweydayê werin zêdekirin.

3- Destpêkirina jinûveavakirina deverên ziyan dîtine: Kar ji bo sererastkirina binesazî û xizmetguzariyan li deverên ku ji bûyeran ziyan dîtine, dest pê bike.

4- Proseya lihevhatina civakî: Ji bo pêkanîna aştiya civakî li parêzgehê, dest bi proseyeke lihevhatinê were kirin.

Di dawiyê de, aliyan li hev kirin ku hefteya bê ji bo temamkirina gotûbêjan careke din bicivin. Herwiha, hat ragihandin ku dê ji bo piştgiriya hewlên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna agirbestê li Siweydayê û çareserkirina aloziyê, komîteyeke sêalî (Sûrî-Urdinî-Amerîkî) were avakirin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Li Îranê di 12 rojên şerê Îsraîlê de 21 hezar kes hatin girtin