Di bombebarana Tirkiyê de rojnamevanekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû

.

Di êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de li bajarê Dêrikê peyamnêrê Hawarnewsê Îsam Ebdullah canê xwe ji dest da ku rewşa navçeyê dişopand. Herwiha li Girê Miştenûr ê Kobanî jî payemnêrê Stêrk TVyê Mihemed Ceradê di bombebarana Tirkiyê de birîndar bû.

Firokeyên artêşa Tirkiyê berê sibeha îro Yekşemê 20ê Mijdara 2022an navçeyên Kobanî, Şehba û Zirganê, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gor Hawarnewsê, piştî êrîşa yekem welatiyên navçeyê xwestine xwe bighînên cihê bombebaranê.

Peyamnêrê heman ajansê Îsam Ebdullah jî xwestiye biçe cihê bûyerê daku rewşê bişopîne lê firokeyên Tirkiyê careke din dever bombebaran kirine û di êrîşê de gelek welatî birîndar bûne, herwiha Îsam Ebdullah jî ku birîndar bûbû, nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Li aliyê din di bombebarankirina Girê Miştenûr ê Kobanî de jî peyamnêrê Stêrk TV Mihemed Ceradê birîndar bû. Li gor heman çavkaniyê, firokeyên Tirkiyê Taxa Nû ya Kobanî, Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûr careke din bombebaran kirine. Di êrîşê de Mihemed Ceradê ku rewşa navçeyê dişopand birîndar bû.

Ev di demekê de ye ku berê sibeha îro Yekşemê 20ê Mijdara 2022ê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê operasyoneke nû bi navê “Pence Şûr” bo ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Li gor agahiyên hatine belavkirin, di van êrîşan de gelek zerar û ziyanên canî û maddî çêbûne.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin