Di Bîranîna Komkujîya Êzîdîyan de Pirtûka 'Kevokên Sîha Tawis' Derdikeve Pêş Xwendevanan

.

Di pirtûkê de çendîn çirok û serpêhatîyên keç û jinên Êzîdî hene ku di medya herêmî û cîhanê de berbelav û deng vedane cih digirin.

Pirtûk behsa êş û derdeserî û koletîya keç û jinên Êzîdî dike yên ku ketibûn di nav destên DAIŞê de, dema ku 3ê meha 8 Tebaxa sala 2014ê çekdarên DAIŞê bi ser herêma Şengal û dewroberên wê de girtbû û bi hezaran kes ji civaka êzîdî li wê herêmê kuşt bûn, êxsîr kirbûn, keç, zarok û jin bi xwe re birbûn.

Rojnamevan û çalakvanê Êzîdî Karwan Hecî bi zimanê Kurdî bi her du zarvên Kurmancî û Soranî û bi zimanê Înglîzî û Tirkî serpêhatîyên Êzîdîyan wergerandîne û weşandine. Karwan bi hind malbatên hindayîyan û qurbanîyên destê Daişê hevpeyvîn û dîdar encam dane.

Pirtûka Karwan Hecî Baedreyî

Nivîskarê pirtûkê dîsan behsa çawanîya komkirina wan hemû çîrokên di pirtûkê de dike, yên ku keç û jinên Êzîdî yên rizgarbûyî vegotîne, dem ew koleyên seksî bûn û êxsîrên destê çekdarên DAIŞê bûn.

Nivîskar û çalakvanê Êzîdî Karwan Hecî li bajarokê Baadrê her pirtûkek li ser karesata Şengalê li cem xwe komkirine û daxwaza wî ewe ku ev bibin belge û dokumênt li ser karesata Şengalê, rastîya wan bo tev cîhanê û civaka navnetewî dîyar û zelal bibin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku çîroka keça Êzîdî 'Cîlan'ê yek ji çîrokên pirtûkê ye, çîroka Cîlanê mînaka keça Êzîdîye ya ku dawî li jîyana xwe anîye da ku nehêle ti çekdar û emîrên DAIŞê dest dirêjîya bikin ser wê.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin