Di bîranîna damezrandina Civata Yekîtiya Xortên Demokratên Kurd li Sûriya

.

Di bîranîna damezrandina Civata Yekîtiya Xortên Demokratên Kurd li Sûriya.Di 21.4.1954 an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokratên Kurd li Sûriya, li bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Damezirênerên Civatê:

Mihemedê Mela Ehmed, Samî Mela Ehmedê Namî, Evdilezîz Elî Evdê, Derwêş Mela Silêman, bûn.

Beşek ji bernama Civata Yekîtiya Xortên Demokratên Kurd li Sûriyê.

Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina:

1-Rizgarî û yekîtiya kurd û Kurdistanê.

2-Xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokratiyê, da bibe sedemê bidestxistina mafên kurdan yên netewî.

3-Xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.

4-Di dibistanên kurdî de bikaranîna bernamekê ji bo xwendina bi zimanê kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werzişê.

5-Berhevkirina berhemên destnivîs yên rewşenbîrên kurd û kultûra kurdî, da bikaribin di pêşerojê de çap bikin.

6-Weşandina rojnameke kurdî, bi tîpên latînî.

7-Piştgiriya jinên kurd beramber nexweşiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê.

Çavkanî pirtûka DÎMENIN JI DÎROKA WINA ya Samî Ehmedê Namî. Stokholm 2000

Samî Namî

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle