Di bendava Dêrsimê de termek hat dîtin

Di berdewamîya lêgerîna ji bo termên keça xwandekar Gulistan Doku de ku 124 roj e winda ye û herwiha serbazê bi navê Yilmaz Guneş ku di dema lêgerînê de ketibû nav ava Çemê Muznurê, îro termek li Gola Bendaca Uzunçayir hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan, di berdewamîya lêgerînan bo termên wan herdu kesan de, bi helîkoptereke leşkerî lêgerîn li ser Gola Bendaca Uzunçayir hat encamdan û di encamê de termek hat dîtin.

Hêj nayê zanîn, ku ew term yê keça xwandekar a windabûyî ye yan yê wî serbazî ye ku di proseya lêgerînê de ketibû nav Çemê Munzurê.

Tîmên taybet dest bi xebatên xwe bo dîyarkirina nasnameya wî termî kirine.

Gulistan Doku ji roja 5ê Çileya îsal ve winda ye û ji bo dîtina wê xebatên lêgerînê berdewam in. Herwiha serbazê bi navê Yilmaz Guneş jî di 17ê Adarê de ketibû nav ava Çemê Muznurê û ji wê demê ve heta niha lêgerîn bo dîtina termê wî berdewam in.

Gulistan Doku bi xwe xelka Amedê ye û li Zanîngeha Dêrismê xwandekar bû.

Malbata Gulistan Doku roja 6ê Çile ji bo bidestxistina zanyarîyan li ser keça xwe, serlêdana Rêveberîya Asayişa Dêrismê kiribûn.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî: Em dê heta dawiyê herêmên Kurdan biparêzin
BCF: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê ber xerabbûnê ve diçe
Serok Barzanî û Mîrê Qeterê: Divê rê li ber şerê Kurd û Ereban were girtin
Rêxistin û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê bangî Serok Barzanî dikin
Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir