Di bajarê Sinê de xelkê ji bo piştgiriya mamosteyên olî xwenîşandan kirin

.

Xelkê gundê “Nenelle” yê ser bi bajarê Sine hevdem digel xelkê bajarê Zahidanê rijiyane ser şeqaman û ji bo piştevanîkirin ji mamosteyên olî û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan.

Piştî revandina mamosta “Îbrahîm” û mamosta “Luqman” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, xelkê gundê “Nenelle”yê hevdem digel xwenîşandana xelkê Belûç li bajarê Zahidanê rijiyane ser şeqaman û li ber deriyê mizgevta Cami`i a vî gundî kom bûn û bo piştevanîkirin ji wan mamostayan li dijî rejîmê dirûşm dan.

Xelkê gundê “Nenelle”yê bi dana dirûşmên wek “mirin bo dîktator, mamoste tenê nînin, xelkê Sineyê piştevan in û mamosta Îbrahîm û mamosta Luqman divê bêne azadkirin” daxwaza azadkirina mamostayên olî yên binçavkirî kirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye