Di 40roja şehadeta Jîna Amînî de Danîmarka

.

Îro 26.10.2022 40roja şehadeta Jîna Amînî û herwiha 40 rojên raperîna gel ku li Rojhelatê Kurdistanê, Belûcistan û hemî Îranê destpê kirîye de, li bajarê Seqiz bi 10an hezar kes, li beramber hemî astengîyên dewleta dagirker a îslamî ya Îranê, li ser gora Jîna Amînî wê bibîrhanîn.

Îşev li Seqiz, Sine, Kirmanşa, Qesrî Şirîn û gelek bajarên din yê Rojelatê Kurdsitan û Tehran a paytexta Îranê gel di serhildanê de bûn.

Dîsa, li Danîmarka û gelek welatên diaspora jî Kurd û hemî pêkhateyên Îranî di 40roja şehadeta Jîna Amînî de wê bibîranîn û piştgirîya xwe bo serhildêrên li welat dupat dikirn.

Li Kopenhagin a paytextê Danîmarka, bi organîze kirina hevkarîya hêz û rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê û Îranê, bi beşdarîya girseyekî berbiçav, di 40roja şehadeta wê de, bi meşale, gul, mûm, axftin, helbest û şîarên cû da Jîna Amînî hate yadkirin/bibîrhanînê.

Bi navê komîteya hevkarîya hêz û rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê û Îranê berpirsê PDK-Î ya Danîmarka Seîd Sultanpûr axifî.

Herwiha gelek kesên din û Parlamentara Kurd Helîme Oguz jî di 40raja şehadeta Jîna Amînî de hest û helwetên xwe anî ziman.

Rûpela Nû/Danîmarka
26.10.2022

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle