Di 3 hefteyan de 3 hezar Kurdên Êzidî koç kirine

.

 Li gor rêxistineke Duhok a Herêma Kurdistanê, tenê di 3 hefteyan de, zêdetir ji 3 hezar Êzidiyên di nava kampan de, penaberî welatên derve bûne û piraniya wan gihîştine Yunanistanê li benda gihîştina Ewropayê ne.

Rêxistina Elind ya Demokratkirina Ciwanan li Duhokê eşkere kir ku di 3 hefteyên borî da, 3 hezar û 53 Êzidiyan rêya koçberiyê girtiye û çûne derveyî welêt.

Li gorî wê rêxistinê, 1883 kes gihîştine Ewropayê û 1170 kesên din li Tirkiye û beravên Yunanistanê mane û dixwazin xwe bigihînin wî welatî da ku biçin welatên din yên Ewropayê.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin