Di 2024an de 345 kolberên Kurd bûne qurbanîyên hêzên Îranê

.

 Malpera Kolber News, amarên 2024an ên kuştin, birîndarkirin û mirina ji ber mercên xwezayî ya kolberên Kurd eşkere kir.

 Kolber Newsê diyar kir, di sala 2024an de 345 kolberên Kurd bûne qurbaniyên gulebarana hêzên rejîma Îranê ku 59 kolber hatine kuştin û 287 jî birîndar bûne.

Herwiha ji 59 kolberên hatine kuştin yên temenê wan di bin 22 saliyê jî hebûn û yek ji wan jî ji sermayê jiyana xwe ji dest daye.

Kolber Newsê da zanîn, kolberên Kurd li deverên sînorî yên parêzgehên Ûrmiye, Sine û Kirmanşanê bi gulebarana raste rast ya hêzên rejîma Îranê, ji serma, ji ber sedema ketina ji zinar û cihên bilind, bi pêlkirina mayînan û bûyerên weke van jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle