‘Di 10 salan de zêdeyî 5 hezar pizîşkan ji Tirkiyê koç kir’

.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ali Fazil Kasap ragihand ku ji ber mercên zehmet ên kar û kiryarên xirab di 10 salên dawî de nêzîka 5 hezar û 500 doktor ji Tirkiyê çûne welatên din.

Parlamenterê CHPê Ali Fazil Kasap li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir û got, ew wek kesekî ku 30 salan pizîşk bûye dizane ku doktor di mercên gelekî zehmet de kar dikin.

Mercên karkirina pizîşkan

Kasap amaje bi wê yekê da ku Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê pirsgirêkên doktoran paşguh dixe û di 10 salên dawî de herî zêde 2021ê doktoran ji Tirkiyê koçî welatên din kirine û got: “Hejmara doktorên ji ber mercên kar ji Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) bo çûna welatên din belge wergirtine di 2021ê de 4 hezar û 405 kes in. Berî du hefteyan hevalekî doktorê çavan ku li Okmeydanî ya Stenbolê perwerde dîtibû ji ber di wê astê de nehat qebûlkirin li Almanyayê wek alîkarê doktor bi mûçeyê kêmane 2 hezar û 400 Euro dest bi kar kir.”

Mûçeyê pizîşkan

Kasap derbarê mûçeyê doktoran de jî axivî û diyar kir ku mûçeyê Wezareta Tendirûstî behs dike derew e û doktor bi mûçeyekî kêm kar dikin.

Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) tenê di 2020an de li sektora tendirustiyê nêzîka 12 hezar bûyerên tundûtûjiyê çêbûne û serlêdanên karkirina li derve jî li Tirkiyê zêde bûne.

Kurdistan Haberleri

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar