DFG: 27 rojnamevan hatine desteserkirin û 5 ji wan hatine girtin

.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku di meha Nîsana îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 27 rojnamevan hatine desteserkirin, 5 ji wan hatine girtin û 88 nûçe jî hatine astengkirin. DFGê rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan ên Nîsanê” belav kir.

Li gor rapora DFGê di Nîsana 2023an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 27 rojnemevan hatine desteserkirin û ji wan 5 rojnamevan bi biryara dadgehê hatine girtin.

DFG di rapora xwe de dibêje, “Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê re binpêkirinên mafên rojnamevan, hunermend û siyasetmedaran jî zêde bûne û her ku diçe azadiya raderbirîn û ramanê û mafê xwe gihandina rastiyan zêdetir tê binpêkirin.”

Li gor rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) a Nîsana 2023an:

Binpêkirinên Mafê Jiyanê

Êrîş – 4 rojnamevan

Bi ser de girtina malan - 13 rojnamevan

Desteserkirin – 27 rojnamevan

Girtin – 5 rojnamevan

Tundtûjî – 2 rojnamevan

Gef - 2 rojnamevan

Astengkirina Şopandina Nûçeyan – 10 rojnamevan

Binpêkirinên li girtîgehê – 1 rojnamevan

Binpêkirinên Azadiya Raderbirîn û Ramanê

Lêpirsîn – 6 rojnamevan

Ceza – 2 rojnamevan

Cezayê Girtîgehê – 3 sal û 4 meh û 17 roj

Darizandin – 34 rojnamevan

Girtî – 86 rojnamevan

Astengiya Dijî Înternet û Medya Dijîtal

Girtina internet – 1

Nûçeyên hatine astengkirin – 88

Kurdistan Haberleri

Şukru Gulmuş şandin welatê wî!
Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive