Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: Em dê alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê bidomînin

.

 Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed got, “Li ser daxwaza Serok Barzanî, sala 2013an roja ewil Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 81 barhilgir alîkarî şand Rojavayê Kurdistanê û ji wê rojê ve em bi Rojavayiyan re ne û em dê berdewam bin."

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî îro li ser çalakî û alîkariyên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê konferansek li dar xist.

Di bernameya ku bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir de, Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Dr. Hamît Derbendî jî di nav de gelek rayedar û kesên ji  Rojavayê Kurdistanê jî amade bûn.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed jî axaftinek kir û diyar kir ku dezgeh di warê alîkariyên mirovî de cihekî girîng digire û destnîşan kir ku ew têkiliyên xwe yên heyî ji bo berjewendiya Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi kar tînin.

"Li ser daxwaza Serok Barzanî me dest bi alîkariyê kir"

Mûsa Ehmed diyar kir ku li ser daxwaza Serok Barzanî wan dest bi alîkariya Rojava kir û got:

"Serok Barzanî ji me re got `Hûn çawa alîkariya Hewlêr, Şingal, Dihok, Silêmanî û Helebceyê dikin, bi wî awayî jî alîkariya Rojavayê Kurdistnaê bikin.`

Ji ber wê jî ne çi soz dane Qamişlo, Hesekê, Efrîn, Dêrik, Kobaniyê em wan sozên xwe bi cih tînin.

Em bi Rojavayê Kurdistanê re bûn, em dê bi we re bimînin.

Li ser daxwaza Serok Barzanî, sala 2013an roja ewil Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 81 barhilgir alîkarî şand Rojavayê Kurdistanê û ji wê rojê ve em bi Rojavayiyan re ne û em dê berdewam bin."

"Cara yekem em çûn Kobaniyê"

Mûsa Ehmed diyar kir ku sala 2014an di nav saziyên navneteweyî de yekem car ew çûn alîkariya Kobaniyê û got:

"Wê demê rewşa Kobaniyê pir xirab bû. Dîsa em gihîştin Girê Spî û çi alîkarî lazim bû me kir.

Dîsa sala 2019an piştî felaketa li Serê Kaniyê û Girê Spî em çûn wan deran û me 123 barhilgir alîkarî şand."

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da