Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di 2021an de 104 proje û 4 hezar û 311 çalakî encam daye

.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di hindurê sala 2021ê de, 104 proje û 4 hezar û 311 çalakî encam daye.

Li gor amaran, di nava salekê de ji proje û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, milyonek û 160 hezar û 619 malbat sûdmend bûne ku ji 6 milyon û 376 hezar û 53 kesan pêk tên.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sala 2021ê de zêdetirî 32 milyar û 752 milyon Dînar ji bo kar û çalakiyan terxan kirine, ku 18.2 milyar Dînar ji aliyê xêrxwazên derve û 14.4 milyar Dînar ji aliyê xêrxwazên navxwe ve hatine dabînkirin.

Amar diyar dikin, bêhtirî 4 milyon û 300 hezar aware, milyonek û 100 hezar penaber, 801 hezar û 739 welatiyên xwecihî û 43 hezar û 750 kesên biyanî ji wan proje û çalakiyan sûdmend bûne.

Hejmara projeyên alîkariya mirovî yên li nav Herêma Kurdistanê hatine encamdan, 100 proje ne û li Rojavayê Kurdistanê jî 4 proje ne.

Herwiha di projeya Çavdêriya Azîzan de jî 31 hezar û 574 kes sûdmend bûne.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn