Dewleta Îranê li Ûrmiyê û Kerecê herî kêm 5 kes îdam kir!

.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network) ya ku li paytexta Fransayê Parîsê xebatên binpêkirina mafên mirov ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dimeşîne, ragihand ku Esad Ferheng, Sattar Xosrewî, Kamran Seqayî, Ehmed Narewî û Mihemed Îshaqzahî yên ku bi “narkotîk” û “kuştina bi qestî” hatibûn sûcdarkirin li girtîgeha navendî yên Ûrmiyê û ya Qezalhasar a li Kerecê hatine îdamkirin.

Li gor rapora Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, girtiyê kurd ê ji bajarê Seqizê, Esed Ferheng, roja çarşemiyê 9ê Cotmeha 2024an, bo hucreya takekesî ya girtîgeha navendî ya Ûrmiyê hatiye veguhestin û sibeha roja 10ê Cotmeha 2024an, hatiye îdamkirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê îro raportek belav kiriye ku derbarê  2 girtiyan de ye ku di girtîgeha Ûrmiyê de hatine îdamkirin.

Heman raporê dibêje, Esed Ferheng ku bavê 3 zarokan e û ji bajarê Seqizê yê parêzgeha Kurdistanê ye, berî niha bi 9 salan bi tawana “kuştina bi qestî” hatibû girtin û cezayê îdamkirinê lê hatibû birin, roja 10ê Cotmeha 2024an, hatiye îdamkirin.

Di dewama raporê de tê gotin, 9ê Cotmeha 2024an 4 girtiyên din jî li girtîgeha Qezalhesarê ya Kerecê hatine îdamkirin ku navê wan bi vî awayî ye: Setar Xosrewî, Kamran Seqayî, Ehmed Narewî û Mohd Îshaqzahî.

Settar Xosrewî, girtiyê kurd ê ji bajarê Harsînê parêzgeha Kirmaşanê, Kamran Seqayî, girtiyê bajarê Lêrê yê ji Poldextar a parêzgeha Loristanê û du girtiyên belûc yê bi navên Ehmed Narewî û Mihemed Îshaqzahî, xelkê Zahedan a parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ne ku berî niha bi sûcdariya “narkotîkê” hatibûn girtin û bi cezayê hukmê hatibûn mehkûmkirin, hatine îdamkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin