Dewlemendên Rûs li Tirkiye dest bi kirîna xaniyan kirine

.

Piştî cezayên ku ji aliyê gelek welatan ve li ser Rûsyayê hatîn sepandin dewlemendên Rûsya dixwazin pereyê xwe li welatên din bixin kar yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

Li gor Reuters belav kirî, dewlemendên Rûsya li Tirkiye û Dubai dest bi kirîna mal û milkan kirine û di transfera dirav de pereyê pêşin, zêr û kripto bikartînin.

Şirîkê kompanya Golden Sign Gul ku 5-6 ofîsên xwe yê kirîn û firotina milk û xaniyan li Stenbol hene dibêje, di nava rojên dawî de ji her 10 kiryarên me 7 jê Rûs in.

Herwiha Gul dibêje “Heftiyek -10 roj in firotina xaniyan gelek zêde bûye. Rojane em 7-8 xaniyan difiroşin Rûsan ev hêjmar ne kême.”

Di sala derbasbûyî de li Tirkiye kesên ku mal kirîn herî zêde welatiyên Îran û Iraq bûn, niha welatiyên Rûsya ketine rêza sêyem.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle