Desteya Kurdî ya Serbixwe bi rûsipiyên eşîreyên Rojavayê Kurdistanê re dicive

.

Desteya Kurdî ya Serbixwe bi armanca yekkirina helwesta Kurdan ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, roja duhî roja Înê li bajarê Qamişlo ligel rûsipiyên çend eşîreyên Kurdî civiya.

Di civînê de belgeyek hat îmzekirin, tê de du xalên sereke cih girtin, ya yekem ew e “ji Amerîka, Rûsya û Netewên Yekgirtî daxwaz dikin ku ku mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê ya paşerojê de bi cih bikin.”

Xala duyem jî, “daxwazê ji hêzên Amerîkî yên ku li Kurdistana Sûriyê ne dikin ku garantiyê bidin ku gelê kurd ji her gefeke muhtemel biparêzin”

Biryar e jî Desteya Kurdî ya Serbixwe wê belgeyê radestî Şanderê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Ethan Goldrich bike.

Di vê derbarê de, Serokê Desteya Kurdî ya Serbixwe Zeyd SIfûq ji K24ê re got: “Armanca civînê ew e ku helwesteke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeke demokratîk hebe ku tê de gelê Kurd ligel pêkhateyên din hemû mafên xwe yên rewa û dadwerane bi dest bixin.”

Desteya Kurdî ya Serbixwe di sala 2016’an de hate damezrandin, ji siyasetmedar, akademîsyen û kesayetên civakî pêk tê û kar bi awayekî aştiyane dike ji bo gelê Kurd û hemû pêkhateyên din mafên xwe di Sûriyeke demokratîk de bi dest bixin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle