DÊRSIM SES: Endamên me rastî zextan tên

.

 Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê polîsan rê nedan ku endamên Şaxa Dêrsîmê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) li ber Saziya Malbat û Xizmetên Civakî ya Dêrsimê daxuyaniyê bidin.

Li Dêrsimê roja 21ê Kanûna 2022ê endamên Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê, li dijî zext, acizkirin û cudakariya li ser fermanberên Saziya Malbat û Xizmetên Civakî ya Dêrsîmê, xwestin li ber wê saziyê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Lê polîsan rê nedan ku li ber Saziya Malbat û Xizmetên Civakî ya Dêrsîmê daxuyanî bê dayîn û ew dorpêç kirin.

Li ser astengkirina polîsan qelebalixî bi sloganan ber bi Kolana Hunerê meşiya û li wê derê daxuyanî dan. Serokê Şaxa Dêrsimê ya SESê Kahraman Yuruk ragihand ku heta pirsgirêka kedkaran çareser nebe û zexta li ser wan bidawî nebe dê li ser tekoşîna xwe berdewam bin.

Serokê Şaxa Dêrsimê ya SESê Kahraman Yuruk got “Kedkarên xizmeta civakî bi fedakariyeke zêde dixebitin. Lê dabeşkirina kar bi awayekî bê dadmendane, cudakariya di navbera xebatkaran de, bêyî pirskirina ji wan guherandina cihê fermanberan bi awayekî kêfî ji aliyê berpirsan ve zerarê dide aştiya kar û berhemê kar kêm dike. Derbarê hevalên me yên li hember bê dadmendiyê dengê xwe bilind dikin girtîname tên nivîsandin û bi rêya gefa sirgûniya navçeya Pertekê dixwazin wan bitirsînin. Di demekê de ku dixwazin endamên me bi mobîngê (zexta derûnî û cudakarî li kar) bitirsînin, lê aliyên ku pişta xwe bi desthilata siyasî  girê dane tên parastin.”

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin