DÊRSIM – Konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşi hatin qedexekirin

.

 Parêzgariya Dêrsimê, konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşi yên di çarçoveya 20. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê de qedexe kirin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera 21-24ê Tîrmehê de 20. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê tê lidarxistin. Naverok û bernameyên festîvalê jî berî çend rojan hatibûn eşkerekirin.

Parêzgariya Dêrsimê, îro 18ê Tîrmehê bi nivîseke fermî Şaredariya Dêrsîmê agahdar kir, ku konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşi yên di çarçoveya festîvalê de hatine qedexekirin. Parêzgariya herwiha, meşa ku dê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza bi armanca li dijî têkçûna civakê bihata kirin jî qedexe kir.

Parêzgariya Dêrsimê, daxwazên Komîteya Birêvebirina Festîvalê yên bo bikaranîna stadyûman bo konseran û beşên navxweyî bo ezimandina mêvanan jî qebûl nekirin.

Piştî qedexeyên parêzgariyê, dê îşev 18ê Tîrmehê Komîteya Birêvebirina Festîvalê bicive û derbarê kirin an nekirina festîvalê de biryarekê bide.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle