Deriyê sînorî yê Şûşmê li pêş geştiyaran hat vekirin

.

Deriyê sînorî yê Şuşmê li parêzgeha Helebce ya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li pêş geştyaran hat vekirin.

Deriyê sînorî yê Şûşmê beriya niha jî ji bo bazirganiyê dihat bikaranîn, lê piştî çend hevdîtinên di navbera berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Îranê de, biryar hat dayîn ku deriyê sînorî bi fermî ji bo geştiyaran were vekirin.

Peyamnêra K24 Evîn Ata da zanîn, di merasîmekê de ku Parêzgarê Helebce û berpirsên Îranê amade bûn, sînor bi awayekî fermî li pêş geştyaran hat vekirin.

Deriyê sînorî yê Şûşmê li aliyê başûrê Kurdistanê 32 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Helebce ye, li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî li parêzgeha Kirmanşanê ye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle