Deriyê Sêmalka- Pêşabûr ji bo seredana Herêma Kurdistanê vedibe

.

Kesên ku dixwazin ji Rojavayê Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê bikin, êdî dikarin bi awayeke online, ji bo derbasbûna deriyê Deriyê Sêmalka- Pêşabûr serlêdana bikin.

Rêveberiya Deriyê Pêşabûr a sînorî ji bo kesên dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, serlêdan kir online.

Di daxuyaniya Rêveberiya Deriyê Pêşabûr hate gotin ku  kesên dixwazin seredana kesûkarên xwe, kesên karên wan li konsulxaneyan an li cem rêxistinên mirovî hebin, an dixwazin ji bo dermankirinê werin Herêma Kurdistanê yan ji bo her rewşeke awarte derî ji bo wan vekirî ye, formek heye divê wê formê dagirin.

Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê di forma pêşkêşkirina daxwaza serdanê de hejmareke merc danîne, kesên formê tijî bike divê hemû zanyaraiyn kesayetî, wêne û datayan bi rêya email bişîne û temenê wî ne kêmî 18 salan be.

Li gorî Rêveberatiya Deriyê Pêşabûrê, dê di 48 saatan de bersiva wî kesî bê dayîn, eger daxwaz hate qebûlkirin ew dikare were 3 mehan li Kurdistanê bimîne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin