Deriyê Pêşabûr îro ji bo kesên bi awayekî demkî hatine Herêma Kurdistanê vedibe

.

Deriyê Pêşabûr ê sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, îro ji bo kesên bi awayekî demkî hatine Herêma Kurdistanê, vedibe.

Berpirsê Deriyê Pêşabûr Şewket Berbeharî bi daxuyaniyekê diyar kir, welatiyên Rojavayê Kurdistanê agahdar kir, ku bi awayekî demkî hatine Herêmê û rêya vegera wan girtî bû, roja Pêncşemê 6ê Çileya 2022yan dikarin ji bo xwetomarkirinm serdana Deriyê Pêşabûr bikin. 

Ew welatî bi karta 30 rojî hatine Herêma Kurdistanê û ji ber aloziyên PKKê li ser sînor rêya vegera wan hatibû girtin.

Şewket Berbehar da zanîn; sibe ji saet 8ê sibehê heta 4ê êvarê, navên wan kesan wê werin tomarkirin.

Berpirsê Deriyê Pêşabûr eşkere kir; ev derfet tenê ji bo sibe ye û di her mehekê de rojek ev derfet ji bo vegera wan kesan were pêkanîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle