DÊRIK – Tirkiyeyê 3 otomobîl bombebaran kirin

.

Dronên Tirkiyeyê li Dêrika Rojavayê Kurdistanê sê otomobîl bombebaran kirin.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand ku Tirkiyeyê li Dêrikê êrişî sê otomobîlan kiriye û birîndar hene.

Li gorî agahiyên destpêkê, Tirkiyeyê li ser rêya Xana Serê ya li başûrê Dêrikê otomobîlek bombebaran kiriye.

Hat ragihandin ku du otomobîl jî li têketina bajarê Dêrikê hatine bombebarankirin.

Li hêla din, heta niha nayê zanîn bê di otomobîlan de çend kes hebûne û nasnameyên wan jî ne diyar in. 

Êrişî otomobîleke din jî hat kirin

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser da zanîn ku Tirkiyeyê li gundê Wankê yê Dêrikê otomobîleke din jî bombebaran kiriye.

Amaje pê hat kirin ku birîndar û xisarên madî hene.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ