Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin

.

Qeymeqamtiya Qereyaziyê da zanîn ku derheqê koma mamosteyên nîjadperest ku li ber tabeleya ketina navçeya Qereyaziyê ya bi kurdî li ser “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin wêne kişandin û heqaret lê kiribûn lêpirsîna edlî û îdarî dane destpêkirin.

Mamosteyên ku li Dibistana Seretayî ya navçeya Qereyazi ya Erziromê peywirdar, li pêşiya tabeleya di ketina navçeyê de ku li ser “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin wêneyên nîjadperest kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Li ser vê yekê gelek kesan nerazîbûn nîşan dan. Mamosteyên ku li ber tabelayê disekinin, îşaretên bêrêzî kirin û wêneyê xwe yê ku nivîsa kurdî tê de xuya nake bi vê nivîsê parve kirin: “Li aliyê din ê tabelayê ‘Hûn bi xêr hatin’ hatiye nivîsandin. Lê berteka me ya li dijî wê beşê diyar e.”

Di serî de xelkê herêmê, demekî kin piştî parvekirina wêneyî re gelek kesan li ser medyaya civakî bertek nîşan dan.

Bi zêdebûna bertekan re Qeymeqamtiya Qereyaziyê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û da zanîn ku têkildarî mijarê lêpirsîna edlî û îdarê dayîne destpêkirin. 

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê