Derhêner Şerîf Goren koça dawî kir

.

Şerîf Goren, senarîst û derhênerê ku gelek fîlmên wekî "Rê", "Pir", "Hêstirvan", "Derman" û "Almanya, Welatê Êşê" çêkiribû, di 80 saliya xwe de koça dawî kir. 

Gorenê ku ji pêlên mala xwe ket xwarê û serê xwe li erdê xist, di 22ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Taksîmê întube kirin.

Wezareta Çand û Tûrîzmê mirina yek ji derhênerê sereke yê nifşê duyemîn ê tevgera realîzma sosyal Goren ku bandoreke mezin li sînemaya Tirkiyeyê kir, bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.

Wezareta Çand û Tûrîzmê di daxuyaniya xwe de got: "Me bi xemgîniyeke mezin wefata derhênerê hoste Şerîf Goren ê ku berhemên ku nayên jibîrkirin anîne sînemaya Tirkiyeyê, bihîst. Di cîhana me ya hunerê de şop û keda wî ya bêhempa wê her tim bê bîranîn. Rehma Xwedê lê be. Em ji malbat, hezkiriyên wî û civaka me ya sînemayê re sersaxiyê dixwazin."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle