Dêrezor | Li nêzî baregeha bere ya Îranê goreke komî hat dîtin

.

Hat ragihandin ku şêniyên bajarokê Sabixanê yê li rojhilatê Dêrezorê, îro şemiyê goreke komî li devera biyabana wî bajarokî dîtine, ku tê de 6 laş hebûn.

Çavkaniyekî ji medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê re ragihand ku gor li nêzîkî baregeheke berê ya milîsên Fatemiyûn ên efxanî ye ku di bin fermandariya pasdarên a Îranê de şer dikir.

Wî çavkaniyî got: “Hemû laş yên kurên derdora panzdeh salî bûn. Du ji wan bi zengilên zîvîn ên li ser destên wan wek şivanên koçerên ereb hatine naskirin ku sal û nîv berê dema ku pezê wan hat dizîn winda bûbûn.”

Wî her weha destnîşan kir ku heta niha çar cendekên mayî nehatine naskirin.

Cendekên ku hatin bidestxistin ji bo definkirinê birin goristana bajêr.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle