DÊREZOR – DAIŞê êriş kir, 23 leşker kuştin

.

Li devera Badiyeyê ya Meyadîna Dêrezorê çekdarên DAIŞê minibuseke artêşa Sûriyeyê kir armanc.

Di encama êrişê de 23 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn. 

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên DAIŞê doh êvarî li Badiyeyê êrişî minibuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de 23 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

7ê Tebaxê jî 10 leşker hatibûn kuştin

Çekdarên DAIŞê 7ê Tebaxê jî li bajarokê Medan Etîqê yê Reqayê êrîşî hêzeke artêşa Sûriyeyê kiribû û di encamê 10 leşker hatibûn kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an û heta niha, li Badiyeya Sûriyeyê çekdarên DAIŞê 210 leşker û çekdarên Sûriyeyê û 157 sivîl kuştine.

Herwiha 20 çekdarên DAIŞê jî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û firokeyên Rûsyayê ve li heman navçeyê hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ