Dêre Zor: Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî hate mûşekbarankirin

.

Amerîkayê ragihand ku li Dêre Zorê bi du mûşekan êrîşî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Yekşemê 19ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê de got, “Roja 18ê Sibatê di demjimêr 20:28an de, du mûşek li nêzîkî gundê Sewz li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin.”

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrîşa mûşekî de ti ziyanên canî çênebûne û ti leşkerên Amerîkî û yên hevpeymanan jî birîndar nebûne.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê li ser bûyerê lêkolînê dikin û ti kesî berpirsyarî negirtiye ser xwe.

Baregeha gundê Sewz a Hevpeymanan li nêzîkî qada petrolê ya Omer li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûriyê ye. Navçe di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û artêşa Amerîkayê jî li wir e.

Di êrîşên berê de, Hizbullah û komên çekdar ên nêzîkî Îranê gelek caran hatine tawanbar kirin ku pir caran Hizbullahê berpirsiyarî girtiye stûyê xwe.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle