Derdora 120 malbatên Kurd vegeriyane herêma Efrînê

.

 Pênc malbatên Kurd ên xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê berî 2 rojan, vegeriyan gundê xwe Qestel Cindo.

Çend gundiyên Efrînî piştî 4 salan ji koçberiya neçar vegeriyane ser malên xwe li gundê Qestela Cindo li herêma Efrînê. Dîmenên wan taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku roja pêncşemê, 14ê Nîsanê,  5 malbatên Kurd vegeriyane gundê xwe Qestela Cindo.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê diyar kir ku ev her pênc malbat ku Kurdên Êzidî ne, bi alîkariya Komeleya Niştimanî ya Azadîxwazên Efrînê ji kampên Şehba û nahiyeya Fafînê vegeriyane malên xwe.

Çalakvanê Efrînî Zerdeşt Mihemed, ji Rûdawê re got, armanc ji koçberkirina nişteciyên resen ên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê guhertina demografîk bû, lewma vegera koçberan pêngaveke girîng e.

Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, ji destpêka meha Nîsanê ve, derdora 120 malbatên Kurd ji cihên cuda vegeriyane herêmê ji wan 32 malbat vegeriyane navenda bajarê Efrînê.

Di nava vê heftiyê de, 4 malbat ji 2 gundê nahiyeya Raco jî vegeriyabûn ser malên xwe.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin