Derbeya Myanmarê: Tûndkariya polîsan zêde dibe

.

Polîsên Myanmarê li gel ku civînên mezin yên ji gel re vekirîne hatine qedexekirin, êrişên xwe yê li ser xwepêşanderên zêde kirine.,

Artêşa Myanmarê ya ku li dijî hukumetê derbe pêkaniye, li bajarên Yangon û Mandalayê kombûnê ji 5 kesî zêdetir qedexe kiriye.

 Qeîde û rêzik piştî hukumeta Aung San Suu Kyî bi derbeyê hatiye rûxandin û piştî protestoyên girseyî yê sê rojî pêk hatiye.

Roja duşemê televizyona eyalete gotibû, li dijî kesên ku yasayê bin pê dikin “divê tedbîr bê giritin.”

Mîn Aûng Hlaîng, lîderê leşkeri yekser gef li xwepêşanderan nexweriyê lê li ser mijara kes ji  hiqûqê mezintir nîne, şîyar kiriye.

Şîyarkirinên wî me natirsîne
Dersdêr Theîn Wîn Soe ji ajansa AFPê re axiviye û gotiye, “Em ji şiyarkirinên wî natirsin. Ji ber vê em îro derketin. Em hinceta sextekariya dengan qebûl nakin. Em dîktatoriya leşkeri naxwazin.”

Di 4em roja protestoyan de li bajarê Bagoyê polîsên ku ava bişid berdidan û girseyek mezin rû bi rû mane.

Li Nay Pyî Tawê, paytexta wî welatî polîsan ava bişid bikaraniye û di encamê de kesên birîndar bûne hene.

Li Myanmarê li bajarên din jî kombûna xwepêşanderan li xalên cur bi cur didome

Asya Haberleri

Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir
Li Îtalyayê belema koçberan noqî avê bûye: 41 kes mirine
Asya diheje.. Erdhej li Çîn, Endonezya û Afxanîstanê rû dan
UNICEF: Di 2023yan de 289 zarok di Derya Spî de xeniqîn
Li Pakistanê di nav mizgeftekê de teqîn: Herîm kêm 17 kuştî û 90 birîndar hene