Derbarê Sûra Amedê de hişyarî hat dayîn

.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê Ferît Kahraman derbarê Sûra Amedê de ragihand ku proseya nûjenkirina wê navçeya şûnwarî ya Amedê şefaf birêve naçe û ew navçeya şûnwarî jinav diçe.

Endamên şaxa Amedê ya Yekîtiya Jûrên Endazyar û Avahîsazên Tirk (TMOBB) derbarê proseya nûjenkirina Sûra Amedê de li wê navçeyê daxuyaniyek dan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend û li ser jinavçûna kelepûra şûnwarên Sûra Amedê da.

Ferît Kahraman daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku karê li ser nûjenkirina cihên şûnwarî de rabigirin û li gorî standertên navdewletî kar bikin.

Ferît Kahraman amaje bi wê kir ku piştî 6 salan rê bi wan hat dayin ku serdana beşeka Sûra Amedê bikin  bo ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa nûjenkirinê bibin.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê tekez kir ku zilmeke mezin li wî cihê dîrokî û şûnwarî tê kirin.

Li gor Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê beşeke zêde ya karê nûjenkirinê ji aliyê 6 kompanyayan ve tê birêvebirin û giringiyeke zêde bi aliyê bazirganiyê hatiye dan.

Ferît Kahraman tekez kir ku di proseya nûjenkirinê de reseniya Sûrê ku navçeyeke şûnwarî ye, li ber îav nehatiye girtin, amadekarî û lêkolînên temam nehatine kirin, jêrxane xelet hatiye çêkirin û diyar kir ku hesasiyeta pêwîst ji bo parastina çûnwarên ser erd û bin erd ên wê navçeya dîrokî nayê nîşandan.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê di dewama daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku ev proseya nûjenkirinê ku dibe sedema jinavçûna reseniya Sûrê bê rawestandin û proseyeke din li gor standartên navdewletî bê birêve birin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin