Derbarê parêzerê Malbata Dedeogûllarî de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin

.

Derbarê Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê Malbata Dedeogûllariyî de ji ber parvekirinên wî yên li ser Twitterê û daxuyaniyên wî yên têkildarî dozê, 3 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin.

Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibû qetilkirin. Derbarê Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê Malbata Dedeogûllariyî de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin.

Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ve hatiye destpêkirin, derbarê Karabulutî de 3 lêpirsînên cuda daye destpêkirin. Lêpirsîn bi hêceta parvekirinên li ser Twitterê û daxuyaniyên ku Karabulut daye hatine destpêkirin. Gotinên Karabulutî ji aliyê serdozgeriyê ve wek “sûc” hatine nirxandin. 

“Berpirsiyarê qetlîamê dewlet e” 

Karabulutî di çarçoveya lêpirsînan de îfade daye û diyar kiriye ku daxuyaniyên wî di çarçoveya dosyeyan de bi belgeyan sabît in û gotiye: “Min wek parêzerê malbatê di 17ê Hezîrana 2021an û 17ê Tîrmeha 2021an de ji dozgeriyê xwest ku malbat were parastin. Dewlet û rayedarên dewletê, daxwazên me hemûyan bêbersiv hişt û lewma min tetikkêş û berpirsiyarên qetlîamê dît û û ez ê wisa bibînim jî. Min têkildarî van binpêkirinan de derbarê rayedaran de giliyê dozgeran û HSKyê kir. Dewlet berpirsiyarê vê qetlîamê ye.” 

Karabulut daye zanîn ku dema wî di çarçoveya lêpirsînê de îfade daye, sûcên li ser xwe qebûl nekiriye. (AY)

*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin