Derbarê kuştina pênc welatiyên Duhokê de zanyariyên nû

.

Li ser dosyeya kuştina pênc welatiyên Duhokê, sê kes li Duhokê hatine desteserkirin û Kurdistan24 derbarê bûyerê de zanyariyên nû belav dike.

Li ser dosyeya kuştina pênc welatiyên Duhokê, sê kes li Duhokê hatine desteserkirin û Kurdistan24 derbarê bûyerê de zanyariyên nû belav dike.

Jêderekî ewlehiyê yê li bajarê Duhokê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî encamdana tawanê, sê kes ku her sê jî xelkê Bakurê Kurdistanê ne û li bajarê Duhokê niştecî bûne, derbarê vê dosyeyê de hatine desteserkirin û derbarê wan de lêpirsîn tê kirin.

Li gor jêderê Kurdistan24ê, ew her sê kes, xizmên nêzîk ên tawanbarê sereke ne û beriya encamdana tawanê ligel tawanbarê sereke li xaniyekî Duhokê bi hev re diman.

Herwiha eşkere kir, ew her sê tometbar dê di bin lêpirsînê de bin heta ku dadgeha Tirkiyê biryara dawî li ser encamderên bûyerê bide û dema ku bêtawanbûna wan were îsbatkirin, dê werin berdan.

Roja 19ê Çileya îsal, pênc welatiyên Duhokê ku bi mebesta tedawiya nexweşiyê berê xwe dabûn Bakurê Kurdistanê, li nêzîkî bajarê Nisêbînê ketin kemîna çend çekdaran û her pênc welatî ku piraniya wan kesên bi temen bûn, hatin kuştin.

Çend demjimêr piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê çend tometbar desteser kirin, ku di nav wan de du tawanbarên sereke hebûn û piştre li dadgehê li xwe mikur hatin ku wan ev tawan encam dane.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?