Derbarê kesê li Duhokê hat kuştin zanyariyên nû

.

Jêderekî ewlehiyê yê li bajarê Duhokê ji K24ê re ragihand, ew kesê îro li Duhokê hat kuştin, xelkê Bakurê Kurdistanê ye, beriya niha çekdarê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye û nêzîkî şeş meh in dest ji PKKê berdaye û çûye Silêmaniyê.

Li gor zanyariyan, navê kesê hat kuştin Mihemed Elaedîn e, li bajarê Silêmaniyê çend caran gef lê hatiye xwarin û wî jî berê xwe daye parêzgeha Duhokê û daxwaza niştecîbûnê (îqame) kiriye.

Heman jêderê K24ê re eşkere kir, di dema daxwaza niştecîbûnê de Mihemed Elaedîn diyar kiriye ku di temenê xwe yê biçûk de tevlî PKKê bûye û piştî ku dest ji PKKê berdaye, berê xwe daye Herêma Kurdistanê.

Jêderekî din ê ewlehiyê ku lipeyçûna vê bûyerê dike, diyar kir, Mihemed Elaedîn li bazara Duhokê siwarî taksiyê bûye û kujer jî bi taksiyeke din ketiye pey wî.

Herwiha destnîşan kir ku kujer li nêzîkî Yarîgeha Bira ya li taxa Malta ya li bajarê Duhokê teqe lê kiriye û bi sê gulleyan ew kuştiye û piştre reviyaye.

Li gor vîdeoyên kamerayên çavdêriyê, rûyê kujer bi awayekî zelal di dîmenan de xuya dike, kirasekî şîn li ser kujer e û piştî teqekirinê direve.

Jêderên ewlehiyê eşkere kirin ku ew mal bi mal digerin û kamerayên çavdêriyê kontrol dikin, da ku cihê kujer eşkere bikin. Herwiha diyar dikin, heta niha 20 kamerayên çavdêriyê temaşe kirine, di dîmena herî dawî de kujer kirasê xwe derdixe û diavêje.

Jêderên K24ê diyar dikin, deriyên derketina ji nav bajêr li ber kujer girtî ne û rêya derketinê nemaye û dibêjin: “Wisa xuya nake ku kujer xelkê Herêma Kurdistanê be.”

Li nav bajarê Duhokê îro piştî nîvro teqe li kesekî hat kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Li gor zanyariyên berdest, navê kesê hatiye kuştin Mihemed Elaedîn Nûredîn e û temenê wî 39 salî û xelkê Bakurê Kurdistanê ye.

Welatiyekî ku bûye şahidê bûyerê, ji K24ê re ragihand: “Ew kes bi otomobîleke taksiyê hate vê derê û ji bo hûrkirina pere ji taksiyê daket, dema vegeriya cem taksiyê ji bo heqê şofêr bide, kesek hat û teqe lê kir.”

Polîsê Duhokê ragihand, li gor madeya 406 a yasaya sizadanê ya Dadgeha Lêkolînê, fermana desteserkirina kujer derçûye.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn