Derbarê Ekrem Îmamoglu biryara desteserkirinê hat dayîn

.

Derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê wî yê çapemeniyê Murat Ongun biryara desteserkirinê hat dayîn.

Polîs li mala Îmamoglu lêgerînê dikin.

Li gorî hinek malperên nûçeyan ên Tirkiyeyê, Murat Ongun hatiye desteserkirin.

Zanîngeha Stenbolê doh biryar dabû ku dîplomaya Ekrem Îmamoglu were betalkirin.

Ongun di hesabê xwe yê medyaya civakî de got "Ez têm desteserkirin.”

Îmamoglu: Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim

Îmamoglu, di vîdeoya ku ji mala xwe parve kiriye de wiha got:

"Komek aqil ku dixwazin îradeya gelê me dagir bikin, polîsên min ên delal ji bo xerabiyê bi kar tînin û bi sedan polîs anîne.

Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim.

Ez ji we hez dikim û xwe emanetî gelê xwe dikim. Bila her kes zanibe, ez dê li ser pêyên xwe rawestim."

Ozer: Ekrem Îmamoglu tê desteserkirin

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Taşkin Ozer jî got, "Ekrem Îmamoglu tê desteserkirin."

Taşkin Ozer bi rêya hesabê xwe yê torên civakî da zanîn, "Hêzên ewlehiyê serê sibehê bi 20 wesayîtan hatine mala Ekrem Îmamoglu û ew tê desteserkirin"

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle