Derbarê Bolton de lêkolîn tê kirin

Derbarê rawêjkarê berê yê Serokê Amerîkayê John Bolton de bi tohmeta eşkerekirina zanyariyên nehênî û belavkirina wan di kitêbekê de ku meha Hezîrana derbasbûyî belav kiriye, dosyeya lêkolînê tê vekirin.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihandiye ku dosyeyeke taybet bo lêkolîna derbarê John Bolton de vekiriye û di dosyeyê de ku wek dosyeya tawan hatiye binavkirin, Bolton wek kesekî tê hesab kirin ku yasaya parastina zanyariyan binpê kiriye û di kitêba xwe de belavkirine.

Ev di demekê de ye berê Bolton gotibû ku kitêba wî tenê behsa bûyeran dike dema rawêjkarê Koşka Spî bûye û zanyariyên nehênî di kitêba xwe de belav nekirine.

Kitêba bi navê “The Room Where It Happened: A White House Memoir" wate “Neynika Koşka Spî.. Ew Roja Tişt Têde Qewimîn” meha Hezîrana hat belavkirin û têde zêdetir behsa biryar û kiryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump tê kirin û Bolton dibêje, biryar zêdetir li ser kêfa xwe didan daku careke din wek serokê Amerîkayê bê hilbijartin.

Parêzerê Bolton di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku Bolton amade ye hevkariya proseya lêkolînê bike, lê wan hemû tohmetan red dike ku behsa eşkerekirina zanyariyên nehênî dikin

 

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack