Dêra Surp Gragos ya Êrmenîyan ya li Diyarbekirê pişte 7 salan hat vekirinê

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan piştî nûjenkirinê bi amadebûna Wezîrê Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyê û gelek kesayetên Ermanî hat vekirin. Biryar e sibe roja Yekşemê jî li dêrê ayîn bê kirin.

Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan ku 7 sal bûn ji ber şerê nava bajêran li Sûrê wêran bibû îro Şemiyê 7ê Gulana 2022yan di saet 16.00an de bi merasimekê hat vekirin. Wezîrê Geşt û Gûzariyê û gelek kes di merasimê de amade bûn.

Ev 7 sal bûn ku li dêra ermeniyan tu ayînek nekiribû. Lê ji ber ku dêr bi temamî hatiye nûjenkirin êdî ermeniyên li Bakur dê bikaribin ayînên xwe bi rêk û pêk bikin.

Biryar e sibe roja yekşemê jî li dêrê ayîn were kirin.

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan li Sûra Amedê, di merasima vebûnê de axaftinek kir û diyar kir ku ev merasim xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ji bo Ermeniyên Amedê cejn e.

Wezîrê Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy jî beşdarî merasîmê bû  û di merasimê da axivî û bal kişand ku Amed, landika şaristaniyê ye ku di dîrokê de hemêza xwe li çand û baweriyên cuda vekiriye û wiha got, "Amed bajarekî me yê qedîm e ku xweşbînî, biratî û çandên cuda di nava aramiyê de bi hev re dijîn."

Ersoy diyar kir, bi xebatên hemaheng ên hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî ve li Amedê “xebatên xizmetê tên kirin”  û kirin û wiha got: “Li Amedê ciyê azadiya çand û baweriyên cuda, gelek avahiyên giranbiha hene û lewma jî divê em ji bo danasîna vî bajarê me yê qedîm hewl bidin.”

Piştî axaftinan li dêra ku hat vekirin piştî 7 salan naqos hat lêdan, ayîna teqdîsê hat kirin, mûm hatin vêxistin û dia hatin kirin.

Herwiha heyeteke PAKê jî beşdarî merasima vebûnê bû.

Tirkîya nûçeyê / Diyarbakır Surp Giragos Ermeni Kilisesi 7 yıl sonra açıldı

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin