Dehan kombûnên nerizayetiyê yên cuda li dijî rejîmê li Îran û Kurdistanê bi rê ve çûn

.

Li bajarê Kirmaşanê malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî derheq kêmbûna mûçeyên xwe kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin û dirûşmên wek “malnişînkirî hişyar in û ji mafê xwe ageh in û dewleta şikestxwarî û dujminê malnişînkirî” li dijî berpirsên rejîmê dan.

Li Erakê jî, malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî tevî kombûna nerizayetiyê, dirûşmên cuda dan û ev dibêjin, divê “mûçeyê me gorî enflasiyonê bê bilindkirin û enflasiyê dest bi ser bazarê de girtiye”.

Li Şûşa Xûzistanê jî bi vî awayî malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî li hember Fermandariya rejîmê li vî bajarî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Wan paşê bi rêpîvînekê çendîn demjimêrî li dijî berpirsên rejîmê dirûşm dan.

Li bajarê Qezwînê jî, persenolên Hawarhatinên Pizîşkî derheq kêmiya mûçe kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Li bajarê Tewrêzê, kadrên Orjansa 115 derheq kêmbûna mûçeyên xwe û guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Her roj bi dehan tex û qatên civatgehê li dijî rejîma Îranê kombûnên nerizayetiyê bi rê ve dibin, rejîma Îranê jî ne tenê daxwazkariyên wan cî bi cî nake, belkî wan binçav dike û dixe girtîgehan.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’