Dehan kes ji xelkê Îranê bi sedema nîşandana keyfxweşiya xwe li mirina Reîsî, hatine binçavkirin

.

Rîjîma Îranê dehan kes ji xelkê Îranê bi sedema vê yekê ku bi mirina Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê keyfxweşiya xwe nîşan dane, binçav kirine.

Mirina Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê û herwisa Husên Emîrebdullahiyan û fermandeyekî spaha poasdaran a terorîst û çend berpirsên din ên rêjîmê, li kevtinexwarê ya hêlîkopterê li parêzgeha Tewrêzê, bû sedema dilxweşiya xelkê Îranê û rêjîmê dehan kes ji xelkê Îranê bi sedema nîşandana keyfxweşiyê ji vê bûyerê, binçav kirine.

Kerb,kîn û bêzariya pengurî ya xelkê Îranê ji zordarî û kawilkariyên vê rêjîmê û desthilatdarên vê, bû sedem ku mirina wan berpirsên rêjîmê wek mizgîniyekê dilê xelkê xweş bike.

berpirsê Polîsên rêjîma Îranê yê bi navê “Vehîd Mecîd” li vê derheqê de gotiye ku 35 kes bi sedema belavkirina nivîsên tohînker li torên civakî de li derheq kevtinexwarê ya hêlîkoptera Îbrahîm Reîsî, binçav kirine.

Herwisa wî, polîsê hov ê rêjîmê îdia kiriye ku “li 36 demjimêran de 80 halet jî vê tohînkirinê hatine dîtin ku 35 kes ji wan hatine binçavkirin”, lê li rastiyê de piraniya xelkê Îranî li torên civakî de keyfxweşiya xwe dane xuya û ew hewla rêjîmê bo xapandina xelkê û herwisa ji rêderxistina raza giştî ye ku keyfxweşiya bi milyonan xelkê, bi 80 haletan bide nîşandan.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin