DEDAŞê girêbesta karkerên ku xwepêşandan kirin betal kir

.

 Piştî ku karkerên DEDAŞê li 6 parêzgehan Bakurê Kurdistanê bi daxwaza zêdekirina mûçeyan û baştirkirina mafên kar xwepêşandanek kirin, kompanyayê girêbesta nêzîkî sed karkeran betal kir û ew ji kar hatin derxistin.

Karkerên ku di Kompanya Elektrîkê ya Dicleyê (DEDAŞ) de dixebitin, li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê bi daxwaza zêdekirina mûçeyan û baştirkirina mafên kar xwepêşandanek kirin.

Piştî xwepêşandanê DEDAŞê bêyî ti hincetan nîşan bide girêbesta 100 karkerên tevlî çalakiyê bûne betal kiriye.

Karkerên ku girêbestên wan hatine betalkirin ji Rûdawê re axivîn û gotin ku ew bi rêya peyameke ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) zanîne ku girêbesta wan hatiye betalkirin û ew ji kar hatine derxistin. Her wiha di peyama ku wan karkeran re hatiye şandin de ji wan xwestine heta 21ê Tîrmehê ji SGKê re ragihînin ku wan dev ji karê xwe berdaye.

Hate diyarkirin ku li Amedê herî kêm 15 karker bi rêya peyamê ji kar hatine derxistin.

Çi bibû?

Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, îro 21ê Temûzê karkerên Kompanya Elektrîkê ya Dicleyê (DEDAŞ) bi armanca zêdekirina mûçeyên xwe xwepêşandan saz kirin.

Karkerên DEDAŞê ya ku ji 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê re elektrîkê dabîn dike, daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û baştirkirina mafên kar kirin. Karker daxwaza mafên weke endamtiya sendîkayê, betlaneyên fermî û sivikkirina kar kirin.

Karkerên li bajaran li pêş avahiyên DEDAŞê kom bûn û bi dirûşmên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin” xwepêşandan kirin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’