Dayîkên şehîdên şoreşa Jînayê li hember hewlên qirêj ên rejîmê bertek nîşan dan

.

Piştî nerizayetiya dayîka şehîd “Mihemed Hesenzade” ê şehîdê şoreşa Jînayê li bajarê Bokanê û tejîkirina gorên nû li derdora tirba kurê xwe, dayîkên şehîdan li bajarê Bokanê, bi hev re li hember vê hewla qirêj a rejîmê bertek ji xwe nîşan dan.

Roja Înê 6ê Gelawêja 1402 a Rojî, dayîkên şehîdên şoreşa “Jîna”yê li bajarê Bokanê, bi hev re gorên nû yên derdora tirba kurên xwe yên şehîd tejî ax kirin û bi vê şêwazê li hember hewlên qirêj ên rejîmê rawestan.

Piştî destpêkirina şoreşa “Jîna”yê û şehîdkirina 10an ciwanên azadîxwaz ji aliyê hêzên serkutker ên rejîma Îranê ve, tirba şehîdan bûye cihek bo berdewamiya nerizayetiyan li dijî rejîmê û ev yeka rejîma Îranê tûre kiriye.

Kesên girêdayî rejîma Îranê bi berdewamî û her carê bi şêwazekî qirêj, hewlê didin ku tirba şehîdan têk bidin û bi vê şêwazê bêrêzî bi malbata şehîdan dikin ku di dawî mînakekê de kesên ser bi rejîmê li derdora tirba şehîdan gorên nû kolabûn û dixwestin bi vê şêwazê cih û rêya tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê bigrin û rêgirî ji kombûna xelkê li ser wan tirban bikin.

Piştî wan hewlên qirêj ên rejîmê, xelkê welatparêz û bi taybet malbatên şehîdan, ji şehîdên serbilind ên Kurdistanê xwedî derketin û li hember wan hewlên qirêj ên rejîma Îranê rawestan.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin