Dayika Mihemed Bozan ê 13 salî: Ciwanên Şoreşger kurê min birine

.

Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî 13 salî ew heft roj in wenda ye û malbat dibêje, Ciwanên Şoreşger kurê wan birine. Malbat bi rêya Rûdawê daxwaza vegerandina kurê xwe dike.

Mihemed Bozan, zarokekî 13 salî ye ji bajarê Kobanî li gel malbata xwe li bajarokê Girkê Legê yê Dêrikê dijîn.

Malbata Mihemed Bozan ji Rûdawê re got, kurê wan roja 11ê vê mehê demijmêr 5ê êvarê ji malê derketiye û heta niha venegeriyaye mal.

Li gorî malbatê, wan ji gelek kes û aliyan pirs kirine û derketiye ku kurê wan Mihemed Bozan ê 13 salî li cem Ciwanên Şoreşger e û niha li bajarê Qamişloyê ye.

Diya Mihemedê 13 salî, Elya Ehmed ji Rûdawê re got, ew ji bo vegerandina kurê xwe çûne navendên Rêveberiya Xweser û Ofîsa Parastina Zarokan, herwiha wê name ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Ebdî re jî şandiyee, lê heta niha kurê wê nehatiye vegerandin.

Elya Ehmed got, nexweşiya tengenefesiyê (Rebo) bi kurê wê re heye û nikare bibe leşker.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’