Dayika Aştiyê ya 73 salî bi 6 sal û 3 mehan hat cezakirin

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul ku temenê wê 73 sal in nexweş e ji ber beşdarbûna çend çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Parêzerê Hayriye Turkekul Mehdî Ozdemîr derbarê mijarê de axivî û got, “Binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan,  bikaranîna vî mafî wek  tawan dîtin û mehkumkirina ji ber vê yekê nîşanî me dide ku biryara hatiye dayîn ne yasayî ye.”

Parêzerê Hayriye Turkekul di dozê de amade bû û diyar kir ku muwekîla wî bê tawan e û daxwaza bereeta wê kir lê şanda dadgehê li gor gotinên dozger 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan vê Dayika Aştiyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle