Daxuyaniya Komîteya Seranserî ya Xwandekarên Kurdistanê

.

Komîteya Seranserî ya Xwandekarên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji xelkê daxwaz kiriye ku kombûn û girevgirtinên hevaheng û yekgirtî bi cihê kombûn û girevgirtinên ji hev qetyayî û belav bi rê ve bibin.

Di vê daxuyaniyê de ku roja Duşemî 4ê Banemerê hatiye belavkirin hatiye ku li Îran û Kurdistanê kombûn û girevgirtin ji aliyê tex û qatên cuda yên civakê ji wan Kedkar, Mamoste, Pizîşik û malnişînkirî û sênfên din bi sedema nebaşbûna rewşa jiyanê, binpêkariyên mafên wan, zilim û zordarî ji aliyê deselatê û nebûna dadperweriyê roj bi roj zêdetir dibe.

Di vê daxuyaniyê de bas ji vê yekê jî hatiye kirin ku, li kêlega wan girevgirtinan û nerizayetiyan 6 meh li ser êrîşên kîmyayî yên destûpêwendiyên rejîmê re derbas dibe û niha jî berdewam e û bandor li ser hundir û canê xwandekar û malbatên wan daniye û ev yeka nîşana îşkence û cinayetên xuya yên dijî zarokan in.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye ku, di niha de pitir ji berê yekîtiya hemû tex û qadên civakê û sênfên cuda yên civakê li hember deselata Komara Îslamî hewce ye çimkî hêza civakê di yekîtiyê de xuya dibe.

Komîteya Seranserî ya Xwandekarên Kurdistanê di vê daxuyaniyê de daxwaz ji hemû tex û qadên cuda yên civakê kirine ku kombûn û girevgirtinên hevaheng û yekgirtî li cihê kombûnên ji hev qetiyayî lidar bixin û bi yekdengî li hember rejîmê bi sekinin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’