Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de

.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa Îranê li ser Hewlêrê de belav kir û tê de ragihand, “Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin.”

Diyar kir jî, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Tekez kir jî, “Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin